PLAY da ku guh bide radyoyê
Serokomar Erdogan: “Wê şevê miletê me 83 milyon bi hev ra serkeftineke ku wê bi herfên zêrîn derbasî dîrokê bibe, qet neyê jibîrkirin û wê timî li ser bê axaftin, qezenc kir.”
“Piştî 15ê Tîrmehê ji ber ku vîrusa FETOyê ji bunyeyê hat dihat paqijkirin, Tirkiyeyê derbeyên giran li hemû rêxistinên terorê xist.”
“Me heta niha ji 100î zêdetir terorîstên FETOyî yên firar, li derveyî welêt cihê ku xwe lê veşartibûn, dîtin û ew teslîmî darazê kirin.”
“Em ketin dewrê û me 214 dibistanên rêxistinê yên li 18 welatan dewrî Weqfa Maarîfê ya Tirkiyeyê kir, me li 36 welatan jî ev hêlînên fitneyê da girtin.”
“Heya ku FETOciyê dawîn li ber hiqûqê hesab nede, em ê li nav welêt û derveyî welêt vê têkoşînê bi biryardarî bidomînin.”