PLAY da ku guh bide radyoyê

Serokwezîrê Iraqê Kazimî diyar kir ku rejima Seddam bi milyaran dolar revand derveyî welêt

Serokwezîrê Iraqê Kazimî diyar kir ku rejima Seddam bi milyaran dolar revand derveyî welêt

Like
152
0
الأربعاء, 15 سبتمبر 2021
أخبار

Kazimî li Bexdayê beşdarî “Konferansa Navneteweyî ya seba Îadeya Malên Hatine Dizîn” bû û tê da axivî.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî diyar kir, di dewra rejima Seddam Huseyînê maxlûb da bi milyaran dolar revandin derveyî welêt û wiha dewam kir, “Di mijara têkoşîna gendeliyê da ew paşve gav navêjin û moralê xwe xerab nakin.”

Kazimî li Bexdayê beşdarî “Konferansa Navneteweyî ya seba Îadeya Malên Hatine Dizîn” bû û tê da axivî.

Kazimî diyar kir ku li welêt di dewra şerê mezheban da jî (2006-2008) gendelî hat kirin û wiha dewam kir, “Înşakirina dewleta muessîs li ser me ferz dike ku em bi rûberî gelê xwe bikevin. Ji roja ewil vir va armanca me ya sereke ew e ku em bi gendeliyê ra têbikoşin. Me ji bo vê bi erka darazê û saziya şefafiyetê ra komîteyeke hevpar ava kir. Vê komîte di nav salekê da dosyeyên 17 salan ên ku nehatinbe îfşakirin, derxistin holê.”

Kazimî got, “Gendelî û teror heman tişt in.” û wiha dewam kir, “Di dewra rejima berê da jî bi milyaran dolar revandin derveyî welêt. Di mijara têkoşîna gendeliyê da ew paşve gav navêjin û moralê xwe xerab nakin.”

Comments are closed.