PLAY da ku guh bide radyoyê

Serteşiyan Sariqamîş ji xwe ra kirin wargeh

Serteşiyan Sariqamîş ji xwe ra kirin wargeh

Like
76
0
الخميس, 16 يوليو 2020
أخبار

Serteşiyên rengrengî yên ji famîlyaya kêzikan ku Sariqamîşa navçeya Qersê ji xwe ra kirine wargeh bi hebûna xwe siruştê dixemilînin û ji aliyekî va jî ji bo hevsengiya siruştê pir bi kêr in.

Daristanên Sariqamîşê bi xweşî û dewlemendiya xwe ji bo gelek heywan û nebatî wargeheke bêhempa ye û geliyên Hançerlî, Sûlû Dere û Keklîkê jî ji bo kêzikên serteşî bû wargeh.

Serteşiyên li herêmê bala siruşthez û wênekêşên tên navçeyê dikişînin.

Kordînatorê Zanistê ya Komeleya Siruşta Bakur Emrah Çoban daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku serteşî nêçîrvanên hêja ne.

Çoban destnîşan kir ku serteşiyên goştxwarê xwedî merîfet li hewayê nêçîra xwe digirin û wiha dewam kir: “Ew bi qasî giraniya xwe divê xwarinê bixwin. Kermêş, moz, perperok û kêzikan dixwin. Ji bo hevsengiya siruştê ev kêzîk jî gelek in.”

Comments are closed.