PLAY da ku guh bide radyoyê

“Şeva 15ê Temmûzê, careke din ceribandin ku zincîrê li vî milletê bidin û bi ser neketin”

“Şeva 15ê Temmûzê, careke din ceribandin ku zincîrê li vî milletê bidin û bi ser neketin”

Like
72
0
الخميس, 16 يوليو 2020
أخبار

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi boneya 15ê Temmûzê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî gotara Banga Gel a 15ê Temmûzê pêşkêş kir.

Serokomar Erdogan got, “Şeva 15ê Temmûzê, careke din ceribandin ku zincîrê li vî milletê aşiqê azadiyê bidin û hemd ji Xwedê re bi ser neketin. Her takeyeke gelê me îsbat kir ku ji bo ezana xwe, ala û azadî û siberoja xwe çawa dikarin bibin qehreman. Me bi berxwedaneke mezin yên ku dixwestin ezana me bêdeng bikin, alaya me daxînin, îradeya millî binpê bikin, têk bir.”

– “15ê Temmûzê hewleke dagîrkirina welatê me bû”

Erdogan anî ziman ku ew hewla derbeyê, dev ji bê taqetkirinê berde, ezma gelê me hê bêhtir sîrda û wiha pê de çû:

“FETO ji hundur, PKK ji Derve, ê ji bin ve, ê ji ser ve, herçiqas hewl bidin, dê nikaribin ezana me bê deng bikin, alaya me daxînin. 15ê Temmûzê hewleke dagîrkirina welatê me bû. Bi bikaranîna terorîstên di nava artêşa me de, xiyaneta namerdane jî li hewlê zêde kir.”

– “Hê neqediyaye; gelek tişt mane ku ev gel bêje, gelek projeyên wê hene ku têxe rewacê”

Comments are closed.