PLAY da ku guh bide radyoyê
Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê beşdarî Civîna Meclisa Şêwrê ya Bajêr ya Hatiye Berfirehkirin a Stenbolê ya AK Partiyê bû, jin, mêr, ciwan spasiya her kesê ku di nav refên AK Partiyê da ked daye kir.
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: “Em Stenbolê bi eşqeke wiha hez dikin. Ya rast hezkirina Stenbolê tê meneya hezkirina 81 bajaran û tevajiya Tirkiyeyê. Ji bajarekî evqas tê hezkirin ra xizmet jî ewqas zehmet û di heman demê da karekî bişeref e.”
Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê beşdarî Civîna Meclisa Şêwrê ya Bajêr ya Hatiye Berfirehkirin a Stenbolê ya AK Partiyê bû, jin, mêr, ciwan spasiya her kesê ku di nav refên AK Partiyê da ked daye kir.
Serokomar Erdogan behsa Şaredariya Mezin a Stenbolê (ÎBB) û îdiayên ji bo wê tên kirin kir û wiha axivî: “Em Stenbolê bi eşqeke wiha hez dikin. Ya rast hezkirina Stenbolê tê meneya hezkirina 81 bajaran û tevajiya Tirkiyeyê. Ji bajarekî evqas tê hezkirin ra xizmet jî ewqas zehmet û di heman demê da karekî bişeref e. Li gor hesabekî ÎBByê 13 hezar û 500, li gor hesabekî 15 hezar kes ji kar derxistiye, 45 hezar kesên di nav da eleqeya wan bi rêxistina terorê ra jî hene hildaye.”
“Faîz zengînan zengîntir, feqîran feqîrtir dike”
Erdogan anî ziman ew ji bo vîzyona 2053yan têkoşînê didin û wiha dewam kir: “Têkoşîna em didin têkoşîna emanetkirina vîzyona me ya 2053yan ne ku em dixwazin emanetê ciwanên me yên hewl tê dayîn ew bibin mankurt bikin.”
Der barê faîzê û enflasyonê da jî Erdogan wiha got: “Faîz zengînan zengîntir, feqîran feqîrtir dike. Faîz sedem, enflasyon encam e. Em ê vê çerxê xerab bikin û milet bigihînin armanca eslî.”
Ji bo Asiye Ateşa 4 salî ya li Gazîentabê rastî êrîşa kuçikekî cisnê wî pîtbulle jî Erdogan bangî hemû şaredariyan kir ku bila ew kuçikên li kuçeyan xwedî derkevin û wiha dewam kir: “Ez ji vir bangî 39 şaredariyên me dikim, sitargehên heywanan îhmal nekin”