PLAY da ku guh bide radyoyê
Terorîstê PKKyî Sabrî Dalê li Silopiya navçeya Şirnexê ji bo bireve dervayî welêt dixebitî û ÎNTERPOL jî bi bultena sor lê digeriya bi xebata şirîkatî ya MÎT û Ewlehiyê hat qefaltin.
Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku di çarçoveya xebatên ji bo deşîfrekirina kar û barên PKK/KCKya rêxistina terorê Serokatiya Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) û Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr xebatên xwe bi şirîkatî birin serî û xeber hat ku terorîstê PKKyî Sabrî Dal li Silopiya navçeya Şirnexê ye û ji bo bireve dervayê welêt hewl dide û ÎNTERPOL jî bi bultena sor lê digere bi operasyona şirîkatî ya MÎT û Ewlehiyê va di saet 23.35an da hat qefaltin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku operasyon û têkoşîna li hemberî terorê wê bênavber dewam bikin.