PLAY da ku guh bide radyoyê

Terorîstê teslîm bû qala birina xwe ya çiyê kir

Terorîstê teslîm bû qala birina xwe ya çiyê kir

Like
48
0
الخميس, 02 يوليو 2020
أخبار

Şikberê li Gazîentabê di çarçoveya lêpirsîna li ser YPG/PKKya rêxistina terorê da dijî wî doz hatibû vekirin ji qanûna poşmanbûnê îstifade kir, 2 sal û mehek ceza xwar. Şikbar got ku bi hinceta protestoyê derkete rê û qala birina xwe ya çiyê kir.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Gazîentabê dijî YPG/PKKya rêxistina terorê dimeşîne da E.K.yê ji rêxistinê revî û teslîm bû ji ber sûcê “endamtiya têxistina terorê ya çekdar” dihat darizandin û ji 7,5 salan hetanî 15 salan ji bo wî ceza diha xwestin. Îdianame bi destê Dadgeha Cezayê Giran a 9an hat qebûlkirin.

Di rûniştina ewil a mihkemeyê da ji ber ku agahiyên rêxistinê deşîfre dikin da li gor qanûna poşmanbûnê cezayê wî daxistin 2 sal û mehekî.

E.K. di îfadeyên xwe yên li dozgeriyê û dadgehê da der brê çalakiyên rêxistinê da agahî dan.

E.K. diyar kir ku di sala 2014an da ji bo xebatê çû Stenbolê û wiha got: “Berê bi rêxistina terorê ra têkiliyeke min tunebû. ê heyamê bûyerên Kobanêyê hebûn. Ez jî çûm avahiya HDPyê ya Umraniyeyê. Li avahiya HDPyê kesekê bi navê ‘Xalo’ (Dayi) tê zanîn ra axivîm. Bi organîzasyona vî kesî va ez ê biçûma sînor.”

Comments are closed.