PLAY da ku guh bide radyoyê
Serok Recep Tayyîp Erdogan, “(Amerîka) Wek du dewletên NATOyê divê em di rewşeke hê cihê da bin.”
Erdoganê nimêja înê li Uskudarê li Mizgefta Hezretî Elî kir, di pey ra daxuyanî da rojnamevanan.
Serok Erdogan der barê serdana xwe ya li Amerîkayê da destnîşan kir wek du dewletên NATOyê divê tevî Amerîkayê di rewşeke hê cihê da bin û wiha got, “Amerîka vê gavê ji ya tê texmînkirin hê zêdetir alîkariyê dide rêxistinên terorê.”
Erdogan li ser pirsa “Hûn ê roja çarşemê bi Vladimîr Putînê Serokê Rûsyayê ra rû bi rû biaxivin, hûn ê der barê polîtîkaya Sûriyeyê ya Tirkiyeyê da çi peyamê bidin Rûsyayê?” destnîşan kir hêviyên wî yên ji birêz Putîn zehf cuda ne û wiha axivî, “Lewra rejima li Sûriyeyê mixabin li başûrê welatê me dibe talûkeyeke mezin. Ji ber hevkariya me ya bi Rûsyayê ra em ji birêz Putîn helwesteke cuda hêvî dikin. Li başûr divê em vê têkoşînê bi hev ra bidin. Em dixwazin minasebetên xwe yên dualî yên bi Rûsyayê ra hê zêde bikin. Lewra em dixwazin hecma ticaretê derxin 100 milyar dolarî.”