PLAY da ku guh bide radyoyê
Li Deriyê Sînor ê Cîlvegoziyê yê li Reyhanliya navçeya Hatayê malbatên ji Sûriyeyê ji bo derbasî herêmên ewledar ên li Îdlib û Efrînê bibin di rêzê da ne û ji ber vê hinekî qerebalixî çêbû.
Welatiyên Sûriyeyê yên li bajarên cuda yên Tirkiyeyê dijîn ji bo vegerin welatê xwe tên Deriyê Sînor ê Cîlvegoziyê yê li Reyhanliyê.
Malbatên ji Sûriyeyê piştî karûbarên fermî yên li vê derê ber bi herêmên ewledar ên li Îdlibê û Efrîna bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji terorê hatibû paqijkirin derdikevin rê.
Hat dîtin ku di nav rojê da ji 100î zêdetir malbat derbasî herêmên ewledar ên li Sûriyeyê bûn.
Wekî mayîn ji ber tirên pê alîkariya mirovahiyê û amûrên bazirganiyê dişînin Sûriyeyê jî qerebalixî çêdibe.