PLAY da ku guh bide radyoyê

Weqfa Diyanetê ji bo malbatên li ber sir û sermayê seferber bû

Weqfa Diyanetê ji bo malbatên li ber sir û sermayê seferber bû

Like
145
0
الأحد, 30 يناير 2022
أخبار

Midûrê Giştî yê TDVyê Îzanî Turan di daxuyaniya Nivîskî da diyar kir ku ji destpêka şerê navxweyî vir da alîkariya sitarbûn, xwarin, perwerde, tenduristiyê didin malbatên ji Sûriyeyê.

Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê (TDV) alîkariyên ji bo malbat û zarokên li Sûriyeyê yên li ber sir û sermayê didomîne.

Midûrê Giştî yê TDVyê Îzanî Turan di daxuyaniya Nivîskî da diyar kir ku ji destpêka şerê navxweyî vir da alîkariya sitarbûn, xwarin, perwerde, tenduristiyê didin malbatên ji Sûriyeyê.

Turan got ku bi destpêkirina sermayê va li herêmê mexdûriyet û hewcedarî zêde bû, beriya şer li Ezaz, Îdlib û Efrînê 1,5 milyon kes dijîn niha li heman herêmê 6 milyon serjimar heye.

Turan bi bîr xist ku ji 2 milyonî zêdetir kes di konan da dijîn û wiha axivî: “Serma tesîreke zêde li ser malbatên têkoşîna jiyanê didin dihêle. Hewl didin bi alîkariyê ji Tirkiyeyê tên şandin va jiyana xwe bidomînin.”

Turan got ku TDV bi 1003 şaxên xwe va seferber bû û wiha pê da çû: “Hetanî niha me tengaya 5 hezar sobe, 1000 ton komir, pênc hezar mont, pênc hezar sol, paketên xurekê, xalîçe, 8 hezar betanî, 3 hezar nivîn kom kirin û em wan li malbatan belav dikin. Bexş çiqasî zêde bibe ewqas kesê îstifade bikin.”AA

Comments are closed.