PLAY da ku guh bide radyoyê
Wezareta Berevaniya Neteweyî ragihand ku ew moşekên ku ji Sûriyeyê hatibûn avêtin li ereziya vala ketin û di bûyerê de kes birîndar nebû.
Di daxuyaniya Wezaretê de wiha hat gotin:
“Ew moşekên ku hatin tesbîtkirin ji Sûriyeyê hatine avêtin, li ereziya vala ketine. Di bûyerê de kesek birîndar nebûye herwiha xisar û ziyan çênebûye. Bi aliyê Federasyona Rûsyayê hat ragihandin ku demildest êrîşê rawestîne. Di heman demê de hedefên tesbîtkirî hatin bordûmankirin. Yekeyên meyên li herêmê hatin hişyarkirin. Pêşhat tên şopandin