PLAY da ku guh bide radyoyê

Wezîr Akar û Orgeneral Guler li Lîbyayê ne

Wezîr Akar û Orgeneral Guler li Lîbyayê ne

Like
44
0
الجمعة, 03 يوليو 2020
أخبار

Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî û Orgeneral Yaşar Gulerê Sererkan di çarçoveya Mixtiraya Mitebeqata Hevkariya Eskerî û Ewlekariyê da ji bo xebatan li cî bibînin hatin Trablusa paytextê Lîbyayê.

Ji bo Akarê Wezîr û Gulerê Sererkan li Balafirgeha Mitîgayê merasim hat lidarxistin.

Selaheddîn Ebdilah Nemruşê Alîkarê Wezîrê Parastina Lîbyayê, Korgeneral Mihemed Şerîfê Sererkanê Libyayê, Ebdilhakim Ebuhalîayê Fermandarê Hêzên Behrê û Serhat Aksenê Balyozê Trablusê yê Tirkiyeyê, rayedarên Tirkiye û Lîbyayê di merasima pêşwaziyê da amade bûn. Akar selam da yekeya merasimê.

Piştî merasimê Wezîr Akar û Sererkan Guler çûn Fermandariya Şêwira Alîkarî, Perwerde û Hevkariya Ewlekariya Parastinê ya di çarçoveya mitebeqatê da hatibû avakirin.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar li Fermandariya Hevkarî, Alîkarî, Perwerde û Hevkariya Ewlehiya Parastinê bi eskerên Lîbyayî û Tirk ra hat bal hev.

Comments are closed.