PLAY da ku guh bide radyoyê
Serokwezîrê Lîbyayê Fayîz Es-Serrac ji bo tevdîrê Wezîrê Karên Navxweyî yê Lîbyayê Fethî Başaxa ji wezîfeyê hilda.
Ofîsa Çapemeniya Konseya Serokatiya Hikûmeta Lîbyayê biryar weşand û hat gotin ku Başaxa ji bo tevdîrê ji wezîfeyê hatiye hildan û ji weşandina biryarê bigire heta 72 saetan wê Konseya Serokatiyê der barê Başaxa da lêpirsîna îdarî bide destpêkirin.
Di berdewamiya biryarê da wiha hat gotin: “Der heqê Wezîrê Karên Navxweyî da ji ber biryarên wî yên destûr dayînê, mijara parastina xwepêşandêran, daxuyaniyên ku wî ji bo çalakiyên Trablusê di serî da li hin bajaran pêk tên û bûyerên diqewimin da dabû û binpêkirina mafên xwepêşandêran jî di nav da lêpirsîn hat vekirin.”