PLAY da ku guh bide radyoyê
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 188 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 122 hezar û 392an. Herwiha bi başbûna 4 hezar û 922 kesan hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 53 hezar û 808an.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên “Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê” ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 84 kesan din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest da, hejmara miriyan bi giştî gihişt 3 hezar û 258an.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, “Yên ku di 24 saetên dawîn de baş bûn, bi qasî 2,25 qatên nû teşxîskirî ne.”