PLAY da ku guh bide radyoyê
ANKARA (AA) – Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê îdiaya “sîtola Tirkiyeyê keştiya Fransayê tacîz kiriye” da got ku “Li gor agahî, belge, şetiya me û qeydên li baregeha me îdia bi temamî ji rastiyê dûr e. Belgeyên ku der barê mijarê da hatin amadekirin û mafdariya Tirkiyeyê îspat dikin bi mitefîq û rayedarên eskerî û sivîl ên li baregaha NATOyê ra hatin parvekirin.”
Akar piştî têkiliyên xwe yên zêde yên li Şirnexê pirsên nûçegihanê AAyê yên der barê rojevê da bersivand.
– “Îdia bi temamî ji rastiyê dûr in”
Ji Akar nirxandina wî ya der barê hin îdiayên ku di çapemeniya Fransayê û aliyên NATOyê da cî girtin da jî ev gotin:
“Li gor agahî, belge, şetiya me û qeydên li baregeha me îdia bi temamî ji rastiyê dûr e. Belgeyên ku der barê mijarê da hatin amadekirin û mafdariya Tirkiyeyê îspat dikin bi mitefîq û rayedarên eskerî û sivîl ên li baregaha NATOyê ra hatin parvekirin.”
– “Tirkiyeyê her dem peywir û berpirsyariyên xwe yên li NATOyê bi cî aniye”
“Em ji hin mitefîqên xwe hêvî dikin ku şûna rojevên çêkirî yên dê xizmetê armancên wan bikin derxînin bila li gor rihê piştevaniyê ya îtifaqê tevbigerin. Em her dem li gel diyalog û kordînasyonê ne. Tirkiye wekî her dem îro jî di nav îtifaqê da li gor hişmendiya peywir û berpirsyariyên xwe hereket kiriye û hereket dike.”