PLAY da ku guh bide radyoyê

Xwişk û birayên xwe yên sêwî ji bîr nekirin

Xwişk û birayên xwe yên sêwî ji bîr nekirin

Like
223
0
الإثنين, 06 ديسمبر 2021
أخبار

Xwendekara lîseyê xelata ku girt, ji bo sêwiyan bexşand.

Damla Baliya xwendekara lîseyê, di pêşbaziya resman de xelat wergirt. Keçika Mêrdînî xelata ku girt, ji bo sêwiyan bexşand.

Li gorî hinekan hêj zarokek e û emre wê biçûk e.Lê ew ji bo gelek kesan mînakeke mezin e.
Damla Balı di Lîseya Anadolê ya Artukluya Mêrdînê de xwendekar e.

Ligel dersên xwe di çêkirina nîgaran de jî gelek jêhati ye.

Damla di pêşbaziya resman a midûriya perwerdeyê de bi ser ket û xelat girt. Lê wê xelata ku ji saziyê girt, ji bo sêwiyan bexşand.
Ji xelatê zêdetir, mamosteyên Damlayê bi bexşa wê serbilind in ku xwendekareke wan a wisa dilbirehm heye.

Comments are closed.