PLAY da ku guh bide radyoyê
YPG/PKKya rêxistina terorê di vê hefteya dawîn da li herêmên dagir kiriye ên li Sûriyeyê 2yê wan qîz 4 zarok revand û çekdar kir.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, terorîstên YPG/PKKyî li herêmên dagir kirine ên li Sûriyeyê zarokan direvîne û çekdar dike.
YPG/PKKyê li Kobanêya dagirkiriye û Dirbêsiyê û Qamişloya navçeyên Hesekeyê 2yê wan qîz 4 zarok revandin.
Ji Qamişloyê Cudî Omerê 14 salî, ji Kobanêyê Dijwar Cumayê 15 salî, ji Til Kerema gundê Dirbêsiyê Lîna Xelefa 15 salî û ji Kobanêyê CanklînEyuba 14 salî revandin û ji wan tu xeberek nayê hildan.
Rêxistina teorrê meha çûyî jî 4 qîzîn emrê wan di navbera 11 û 17an da revandibû.
YPG/PKK zarokên ji Sûriyeyê direvînê hildide perwerdeya îdeolojîk wan dixapîne û çekdar dike.
– Malbat dixwazin zarên wan werin berdan
Hin malbatên zarên wan hatine revandin ditirsin ku li ser rewşa zarokan biaxivin. Hin malbat jî li ser medyaya civakî bertekê nîşan didin û dixwazin zarên wan werin berdan.